ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê enejîyê yê Cezayirê û wezîrê nifta Îranê

Wezîrê nifta Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê ji berfirekirina hevkarîya ligel Cezayirê di warên nift, gaz û ênêrjîyê da pêşwazîyê dike.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Bîjen Namdar-Zengene, wezîrê nifta Îranê îro li hevdîtina tev Nûredîn Bûterfe li bajarê Têhranê hervisan got: Têkilîya Îranê û Cezayirê li Sazîya Welatên Bifroşê Niftê (OPEC) demdirêj, mayinde û istiratêjîk e.

Wezîrê ênêrjîyê yê Cezayirê jî bi gotina vîya ku peywendîyên Îran û Cezayirê di çarçova sazîya OPEC`ê da qahîm û baş in, da zanîn ku Cezayir di dewrana boykotên welatên rojavayî li dijî Îranê da hertim piştevanê Îranê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu