NûçeFilistînRojhilatanavin

Li bajarê Qelqeliyê ciwanek bi guleyên dagirkeriyê jiyana xwe ji dest da

Sibeha îro Sêşemê xortê bi navê Mihemed Şerîf Selmî di dema êrişa hêzên Israîlî ya ser bajarê Qelqeliyê de bi guleyên artêşa Îsraîlê şehîd bû.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên dagirker avêtin ser bajarê Qelqeliyayê û ciwanê bi navê Salma (20 salî) dema di wesayîta xwe de li herêma “El-Birîn” gulebaran kirin. Di encamê de ji sîng, mil û serê wî birîndar bû.

Hêzên dagirker ên Îsraîlê ciwanê bi navê Welîd Şrîm piştî serdegirtin û lêgerîna li mala wî girtin, piştî ku li gelek taxên bajêr belav bûn, weke Kolana El-Îskan, Kolana Nablus û Kolana El-Nefeq.

Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr ji ber rewşa siyasî ya li qadan biryar da ku saetên dibistanê bi elektronîk bên guhertin.

Başa dön tuşu