NûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Amerîka tev şahê Erebistanê

Can Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka li sefera xwe ya bo Riyzê tev Melik Selman şahê Erebistanê hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora ajansa Roytirzê, Can Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka li sefera xwe ya bo Riyzê tev Melik Selman şahê Erebistanê hevdîtin pêk anî û ragihand ku Erebistan şirîk û hevalbendê kevne Amerîka ye.

Kerî piştî hevdîtina tev Melik Selman tev Muhemmed Bin Nayêf cîgir û Muhemmed Bin Selman cîgirê Muhemmed Nayêf û wezîrê berevaniya vî welatî jî hevdîtin pêk anî.

Kerî herwisa li vê sefera xwe ya bo Erebistanê tev Adil Cubêyîr wezîrê karên derve yê Erebistanê jî hevdîtin pêk anî.

Hatiye gotin ku li vê hevdîtinê du aliyan li ser rûdawên Sûriyê û Yemenê bi hevra gotûbêj kirin.

Qirare gotûbêjên aşitiyê li bara Sûriyê hefta ttê li Genevayê birê keve û neyarên dewleta Şamê ku Erebistan ji wan piştevanniyê dikin jî ragihandine ku li vê civînê pişkdariyê dikin.

Ev gotûbêja bi navcîtiya Rêxistina Netewên Yekgirtî birê dikeve û du heftan piştî agirbesa navbera aliyên sûrî dê li Genevayê birê keve. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu