AsyaNûçe

Balafireke cengê ya Rûsîyê jorda ket

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê ragihand ku balafireke cengê ya Soxo-33 a hêza hewayî ya vî welatî li deryaya Mêdîteranê (Sipî) jorda ket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, wezareta berevanîya Rûsîyê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku vê balafirê dil hebû dakeve û ser gemîya Admîral Koznêtsof rûnê ku ket deryayê. Firokevanê wê balafirê karî ku ber ketina balafirê nav deryayê xwe xilas bike.

Papora balafirhilgir a Admîral Koznêtsof û komeke paporên Ûrsêtê li deverên rojhilata deryaya Sipî û nêzîkî perravên Sûrîyê bicih bûne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê herwiha aşkere kir ku li Sûriyê nexweşxaneyeke leşkerî ya Rûsyayê ya li nêzîkî bajarê Helebê, ji hêla çekdarên muxalif ve hate bombebarankirinê û di encamê de doktorek mir. 2 doktor jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu