EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê ligel serokomar û serokê meclisa Romanîyê

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê îro danê êvarê li koşka serokomarîya Romanîyê li bajarê Boxarêstê bi Kilavs Wêrnêr Yûhans serokomarê vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Mihemed Cewad Zerîf îro herwiha ligel Filorîn Yordakê serokê meclisa nunerên Romanîyê hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara peywendî û hevkarîyên dualî taybetî jî yên sîyasî û aborîyê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê îro herwiha çû serdana avahîya parlimana Romanîyê ku parlimana herî mezin a YE`yê ye.

Hevdîtina ligel îranîyên niştecîyê Romanîyê û axavtina li konfiransa “ têkoşîna li hemberî fanatîsm û têrorîsmê“ ku nivîsgeha lêkolînên sîyasî ya Romanîyê lidar dixe, ji planên din ên Zerîf li Boxarêstê ne.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî di destpêka dewra nû ya serdana xwe ya Ewropayê derbasî Boxarêsta paytexta Romanîyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu