IraqNûçeRojhilatanavin

2500 terorîstên DAIŞ`ê li Felûcê hatin kuştin

Fermandê operasyona azadkirina bajarê Felûcê li rojava parêzgeha Enbarê ragihand ku 2500 kes ji treorîstên DAIŞ`ê ji destpêka operasyona eskerî ya berfireh ji bo azadkirina vî bajarî hatine kuştin.

Li gorî rapora Reuters`ê, Ebdulwehab El-Saidî fermandarê operasyona azadkirina bajarê Felûcê roja duşemiyê got: Bi kuştina 2500 kes ji terorîstên DAIŞ`ê li Felûcê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo rawestana li ber terorîstên DAIŞ`ê û derxistina wan ji bajêr serketineke mezin bidest xistine.

El-Saidî got ku hêzên ewlehiyê, navçên navendî yên bajarê Felûcê xistin bin kontrola xwe û ev hêz mijûlî paqijkirina navçeyên azadbûyî ji mayînan û telikên teqînê ne.

El-Saidî got: Têrorîstên DAIŞ`ê pênc xetên berevaniyê li mêhwera başûrê bajarê Felûcê ji bo girtina pêşiya êrişa hêzên iraqî pêk anîbûn.

Vî fermandarê iraqî tekez kir ku operasyona hêzên iraqî li dijî terorîstên DAIŞ`ê li mêhwera rojava bajarê Felûcê didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu