ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê ligel serokomarê Bolîvîyê

Êvo Moralês (Evo Morales) serokomarê Bolîvîyê û Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê da li ser berfirekirina hevkarîyên dualî sekinîn. Di vê hevdîtinê da  Dêyvîd Çokê Hovanka (David CHoquehuanca) wezîrê karên derve yê Bolîvîyê jî amade bû.

Biryar e yekemîn civîna ticarî û sermayedanînê ya Îran û Bolîvîyê jî bê lidarxistinê û heta niha zêde ji 100 tacir û çalakên aborîyê yên Bolîvîyê amadebûna xwe jibo pişkdarîya di vê civînê da ragihandine.

Herwiha biryar e dereceya herîjorîn a dewleta Bolîvîyê raberî wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu