ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên karên derve û niftê yên Vênêzoêlayê ligel wezîrê karên derve yê Îranê

Wezîra karên derve û wezîrê niftê yên Vênêzoêlayê ku jibo hevdîtinên fermî û gotûbêja ligel rayedarên Îranê niha li Têhranê ne, îro nîvro bi wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê da tevî dîyarkirina rizamendîya xwe ji ber peywendîyên dualî yên Komara Islamî ya Îranê û Vênêzoêlayê, qedrê vî welatî wekî serokê Tevgera Qeydnenasan girt û got: Hewldanên Vênêzoêlayê yek ji sebebên parastina asta niha ya bihaya niftê ne.

Zerîf amadebûna Îranê jibo piştgirîya ji hevkarîyên navnetewî jibo kêmkirina gêreyan û dewama lihevkirina têkildarî bihaya niftê ku dibe sedema parastina berjewendîyên welatên endam û ne endamê OPEC`ê ragihand.

Wezîra karên derve ya Vênêzoêlayê jî rawêjkarîya ligel rayedarên Komara Islamî ya Îranê li bara meseleyên niftê û Tevgera Qeydnenasan armana serdana xwe ragihand.

Xanima Rodrîgêz peywendîyên Komara Islamî ya Îranê jibo welatê xwe istiratêjîk wesif kirin û got: Vênêzoêla wekî serokê Tevgera Qeydnenasan tevî dîyarkirina hevgirtina ligel miletê mezin ê Îranê, ser vê bawerê ye ku gefên li dijî Îranê tu derbeyekê li gelê Îranê nadin.

Biryar e ku desteya pilebilind a Vênêzoêlayê îro ligel wezîrê niftê yê Îranê jî bicive. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu