ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqer ê Înqilabê: Dagirkirina zalimane ya Filistînê ji rûpelên qirêj ên dîrokê ye

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Çîroka xembar a Filsitînê û kesera cansoj a bindestiya vî gelê bihedar, berxwedêr û bisebr, her mirovekî azadîxwaz û heqxwaz û edlxwaz diêşîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî sibeha roja sêşemiyê di destpêka şeşemîn Konfêransa Navneteweyiya Piştgiriya ji Întifazeya (serhildan) Filsitînê li Têhranê destnîşan kir: Serkutkirna hovane ya gelê Filsitînê, girtinên berfire, kuştin û talankirin, xesbkirina erdên vî gelî û avakirnna bajarokan têda, hewildana ji bo guhertina rûvek û pênaseya bajarê pîroz ê Qudsê û Mizgefta Eqsayê û şûnewarên din ên îslamî û mesîhî li wir bi piştevaniyên giştalî yên Amerîka û hinek ji dewletên rojavayî ji Rêjîma Siyonîst di rewşekê da didome ku mixabin tûşî berteka pêwîst û guncaw a cîhanî nayê.

Rêberê giranqedr ê Înqilabê her wiha got: Gelê Filsitînê şanaz e ku Xwedayê Teala minet xwe daye ser wî û erk û pêspartiya mezin a parastina vî erdê pîroz û Mizgefta Eqsayê daye ser milê wî.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Lêkolîneke hişmendane li dîrokê nîşan dide ku di tu heyamaeke dîrokê da ti yek ji gelên cîhanê tûşî renc û keser û zilmeke viha nebûne ku li komployeke seranavçeyî welatek bi tamî were kavilkirin û gelek ji mal û warê xwe bê derxistin û dewsa wî komeke din ji derdora cîhanê herin wir; Hebûneke rasteqîn neyê dîtin û hebûneke sexte û derew dewsa wê rûne, lê ev jî yek ji rûpelên qirêj ên dîrokê ye ku weke rûpelên din ên pîs û qirêj, dê bi îzn û xwesta Xwedaya teala û alîkariya wî were girêdan.

Wî destnîşan kir: Ev konfêrans di rewşeke herî dijwar a cîhanî û navçeyî da tê lidarxistin; Navçeya me ku hertim piştgira gelê Filsitînê li têkoşîna wî dijî komployeke cîhanî bûye, van rojan tûşî nearamî û qeyranên cûrbicûr bûye.

Hezretê ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Qeyranên heyî li çend welatên îslamî yên navçeyê bûne sebeb ku piştgiriya ji mijara Filsitîn û ramana pîroz a azadkirina Qudsê lawaz bibe. Bi nêrînekê li ser van qeyranan em têdigihêjin ku hêzxurtên ku sûdê jê werdigirin kîjan in, yên ku Rêjîma Siyonîst li vê navçeyê pêk anîn da ku ji riya sepandina pevçûneke demdirêj, rê li ber aramî û istiqrar û pêşketina navçeyê bigirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Tevî hebûna nakokiyan di navebra welatên îslamî da ku hinek ji wan xwezayî ne, hinek komploya dijminan û hinek jî ji ber xefletê ne; Lê hema wisa mijara Filistînê divê mêhwera yekîtiya wan giştan be.

Hezretê ayetullah Xamineyî yek ji destkeftên vê civîna binirx hilêxistina mijara sereke ya cîhana îslamê û azadîxwazên cîhanê yanê mijara Filsitînê û pêkanîna rewşa hevdiliyê ji bo serêxwegirtina armanca bilind a piştgiriya ji gelê Filsitînê û têkoşînên heqxwazî û edaletxwaziyan wan da zanîn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu