ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Romanîyê li Munîxê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li rex civîna ewlehîyê ya Munîxa Almanîyayê bi Têodor Mêlşkano wezîrê karên derve yê Romanîyê re hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara peywendîyên di navbera her du weltan da gotûbêj kirin.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku jibo pişkdarîya li 53`emîn Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxa Almanîyayê serdana vî welatî kirîye îro li axavtinekê li vê civînê pêgîrî kir: Hegera berfirebûna têrorîsmê li Rojhilata Navînê destwerdanên serbazî ji wan macerahezîyên Amerîkayê ye.

Zerîf got: Qeyranên li Rojhilata Navînê ji wan li Iraq, Behrêyn û Sûrîyê rêçareya serbaz tinene û ev qeyran hewcedarê gotûbêja sîyasî ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Îran jibo sekinîna li hemberî her cure gefekê amade ye û rêya herîbaş a danûistandina ligel Îranê, yê rêzgirtina dualî be.

Wezîrê karên derve yê Îranê jibo pişkdarîya li 53`emîn Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê roja înîyê giheşt bajarê Monîx navenda eyaleta Bayrên a Almanîyayê.

Konferansa Ewlehîyê ya Munîxê yê îro bi dawî were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu