Hevdîtina Wilayetî tev Fuad Mesûm
Fuad Msûm serokkomarê Iraqê û Elîekber Wilayetî şêwirkarê karûbarên navneteweyî yê rêberê Îranê û taxima bi wî re duh hewdîtin kirin û li bara riyên xurtkirina peywendiyên Îran û Iarqê gotûbêj kirin.
Li vê hevdîtinê Fuad Mesûm bal kişand ser vê yekê ku her du welat bi hev re peywendiya dîrokî hene û daxwaza berfirehkirina hevkariyên dualî li hemî waran kir.
Wî helwesta Îranê li war; rawestana li ber terorîzmê binirx da zanîn û got: Welatê cînarê me Îran yekim welat bû ku li rawestana li ber DAIŞ`ê alîkariya Iraqê kir.
Serokkomarê Iraqê her wiha ser pêwîstiya hevkariya welatên navçê jibo jinavbirina DAIŞ`ê tekez kir û ev grûpa xetereke cidî jibo civaka mirovahiyê da zanîn.
Elîekber Wilayetî serokê niha yê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê jî li vê hevdîtinê hemase û serketinên Iraqê li hember DAIŞ`ê binirx da zanîn û got: Îran bi micidî jibo berfirehkirina hevkariyên dualî hewil dide.
Elîekber Wilayetî jibo beşdariya li civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişyariya Islamî sefera Iraqê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)