ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf tev wezîrê karên derve yê Fîlîpîn, Japon û Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêlega dewra 51-an a civîna wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê ASEAN li Sengapûrê tev hinek ji wezîrê karên derve yên welatên endam gotûbêj kir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro pêncşemê li kêlega dewra 51-an a civîna wezîrê karên derve yên welatên endame Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê ASEAN li Sengapûrê tev hinek ji wezîrê karên derve yên welatên endam yên wekî Lee Hsien Loong serokwezîrê Sengapûrê, wezîrê karên derve yên Fîlîpîn, Sengapûr û Japonê hevdîtin pêk anî.

Li van hevdîtinan li ser peywendiyên navbera welatên endame ASEAN, peywendiyên du alî û meselên navçeyî û navnetewî gotûbêj hate kirin.

Qirare îro êvar jî wezîrê karên derve yê Îranê tev hevtayên xwe yên Maliziyayî, Endoniziyayî û Rûsiyayê hevdîtinê pêk bîne.

31`emîn civîna serokên ASEAN`ê herwiha hevgavê 51`yemîn civîna wezîrê karên derve yê vê yeketiyê ji roja duşemiya bihurî destopê bûye.

ASEANê li sala  1967`ê ve karê xwe destpê kirîye.

Welatê Sengapûrê ku îsal endamê Yeketiya başûra rojhilata Asiyayê ye , niha mazovanê civîna wezîrê karên derve yê welatên endamê ASEAN`ê ye.

10 welatên Endûnizî, Malizî, Fîlîpîn, Sengapûr, Taylend, Bironeyî, Viyêtnam, Laûs, Miyanmar û Kambocê welatên endamê ASEAN`ê ne.

622 milyon kes li welatên endamê ASEAN`ê dijîn û ev yeketiya abûra heftan a li cîhana îro ye

Başa dön tuşu