ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û baylozê Bilarûsê li Têhranê

Wezîrê karên derve yê Îranê siyasetên Bilarûsê li çaxê boykotên dijî Komara islamî ya Îranê mentiqî û bi tesîr daye zanîn.

Li gor rapora IRIB News’ê, Muhemmed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe ya îro duşemê tev Vîktor Rîbak baylozê Bilarûsê û pişkdariya li rêûrisma kutabûna memûriyeta wî li Îranê bal kişande ser nexş û rola Bilarûsê li berfirehbûna peywendiyên navbera du welatan hîviya xwe daye diyarkirin ku ji ber zirûfên heyî bona berfirekirina peywendiyên curbicur dinavbera Îranê û Bilarûsê ev peywendiyên hanê hema berdewam bêne domandin.

Baylozê Bilarûsê li Têhranê jî li vê gotûbêjê bal kişande ser viya ku li dewrana hebûna wî li Îranê komîsiyona 13-an a abûrî dinavbera du welatan birê ket got: Niha ji hevkariyên cur bi cur dinavbera Îranê û Bilarûsê gelekê berfireh bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu