AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û Mogirînî li Osloyê

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li civîna hevpar a rojnamevaniyê bi Federîka Mogrînî berpirsa siyaseta dreve ya Yekitiya Ewrûpayê û Borge Brendê wezîrê karên derve yê Norwecê li Osloyê bal kişand ser vê yekê ku hevhatina navokî serketineke dualîkî ye û got : Emerîkayê ser kaxez û lênûskê boykot rakirine û dûhatên rewanî yên çend salan boykotê hela jî hene .

Zerîf li bara sersariya bankên ewrûpî derheq hevkariya bi Îranê re destnîşan kir: Hemî divê vê xalê bizanibin ku hevhatineke navneteweyî dê wextekê dewama xwe hebe ku her dualî ji hevhatinê behrê werbgirin.

Wezîrê karên dervev yê Îranê bal kişand ser gotûbêja sibê ya xwe tev Can Kêrî wezîrê karên derve yê Emerîkayê û destnîşan kir:Gelê Îranê divê di piratîk de bînerê cihhatina soz û qirarên Emerîkayê û encamên rakirina boykotan bin.

Federîka Mogrînî jî bal kiaşnd ser vê yekê ku piştî cihanîna rêketinnama navokî aliyê îranî berpirsiayriyên xwe cih aniye û got : Di derbarê hevkariyên bankî bi Îranê re hin pirsgirêk hene ûa liyê din divê şîrketên ewrûpî han bide hevkariya bi Îranê re.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiay Ewrûpayê destnîşan kir: bi raya ewrûpiyan hin boykotên aborî û diravî li bara mesela navokî ya Îranê hatiye rakirin û zêdebûna sedî 23ya peywendiyên aborî yên Ewrûpa-Îranê vê îdiayê piştrast dike.

Li vê hevdîtinê Seyîd Ebas Iraqçî serokê pêgeha pêgîriya rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1, Mecîd Text Rewançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Hilga Şmît alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa jî pişkdar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu