Hevdîtina Zerîf û serokên meclisên Orogoê yê
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi serokên meclisên Nûneran û Senaya Orogoê re hevdîtin pêk anîn û ser berfirehkirina têkiliyên dualî sekinî.
Muhemed Cewad Zerîf, roja çarşemiyê li hevdîtina tev Xorxê Gandînî, serokê meclisa nûnerana Orogoê li bajarê Montê Vîdoyê, ser berfirehkirina peywendiyên navbera Îran û Orogoê bi taybet xurtkirina peywendiyên parlemanî teqez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha di dewama şêwirînan bi rayeadrên Orogoê, tev Losya Tpolanskî, alîkarê serokkomar û serokê Senaya vî welatî gotûbêj kir.
Zerîf ku li sêwem meqseda sefera xwe bo çend welatên efrîqî û Emerîkaya başûrî sefera Orogoê Kiriye, roja çarşemiyê jî tev Tabarê Vaskêz serokkomar û Rodlêfo Nîn Nova wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin kir û li bara meselên curbicur ji wan berfirehkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê beriya sefera Orogê sefera Birazîlê û welatê efrîqî yê Sênêgalê kiribû. Zerîf piştî Orogoê dê sefera Namîbiyayê jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)