ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û serokên meclisên Orogoê yê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi serokên meclisên Nûneran û Senaya Orogoê re hevdîtin pêk anîn û ser berfirehkirina têkiliyên dualî sekinî.

 Muhemed Cewad Zerîf, roja çarşemiyê li hevdîtina tev Xorxê Gandînî, serokê meclisa nûnerana  Orogoê li bajarê Montê  Vîdoyê, ser berfirehkirina peywendiyên  navbera Îran û Orogoê bi taybet xurtkirina peywendiyên parlemanî teqez kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha di dewama şêwirînan bi rayeadrên  Orogoê, tev Losya Tpolanskî, alîkarê serokkomar û serokê Senaya vî welatî gotûbêj kir.

Zerîf ku li sêwem meqseda sefera xwe bo çend welatên  efrîqî û Emerîkaya başûrî sefera Orogoê Kiriye, roja çarşemiyê jî tev Tabarê Vaskêz serokkomar û Rodlêfo Nîn Nova wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin kir û li bara  meselên curbicur ji wan berfirehkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê beriya sefera Orogê sefera Birazîlê û welatê efrîqî yê Sênêgalê kiribû. Zerîf piştî Orogoê dê sefera Namîbiyayê jî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu