ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtinên Feysel Miqdad tev Larîcanî û Wilayetî

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku peywendiyên Îran û Sûriyê zengîn û stratejîk e û piştgiriyên Têhranê ji Şamê dê bidomin.

  Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro li hevdîtina  Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê li Têhranê peywendiyên navbera du welatan kûr, bi hevaltî û dîrokî nirxand û got : Di rewşa niha  ku êrişeke cidî ser Sûriyê heye hevkariyên du welatan li warên siyasî û aborî divê  berfireh bibin.

Elî Larîcanî bal kişand ser meselên navçeyî bitaybet Sûriyê û rawestana li ber grûpên terorîstî û got : Sûriye  pêşengê berxwedanê li rawestana li hemebr terorîzmê û siyonîzmê bûye û ji hêla siyasî va reftara dewleta Sûriyê jibo çareesrkirina  qeyranê pir hêja û maqûl bûye.

Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li vê hevdîtinê Îran wek welatekî giring û bihêz li navçê û cîhanê bi nav kir û got : Divê hewldanên berfireh li asta  cîhana îslamê û welatên navçê jibo rawestana li ber grûpên terorîstî li navçê ji riya  xurtkirina  yekitiyê navbera mislimanan bên kirin.

Elîekber Wilayetî serokê navenda  lêkolînên stratejîk  a civata  kivşkirina  mesilheta nizama Îranê jî îro li hevdîtina digel Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê li Têhranê destnîşan kir ku Îran ji dewlet û gelê Sûriyê jibo şer li  bereya pêşiyê li hember  kolonyalîm, siyonîstan û paşverotiya navçê yanê Emerîka, rejîam Îsraîlê û Erebistanê spasiyê dike.

Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê jî li vê hevdîtinê got ku armanca şerê giştalî ji aliyê Rejîma Îsraîlê, Emerîka û Erebistan, Tirkiye, Qeterê li navçê  girtina pêşiya serketina mêhwera berxwedanê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu