EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Derewzanîna nûça nasandina boylozê nû yê Îranê li Firansayê

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê belavbûna nûça nasandina baylozê nû yê Îranê li Firansayê û qebûlnebûna belgeya wezîfedariya wî ji aliyê Firansayê ku li torên civakî derew zanî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News’ê, Husên Cabir Ensarî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, nûça nasandina baylozê nû yê Îranê li Firansayê û qebûlnekirina nameya wezîfedariya wî ji aliyê Firansayê ku li torên civakî belav bûye derew zanî û got: Komara islamî ya Îranê tu kes wekî baylozê nû li Firansayê nebijartiye û nûçên wiha pê hedef û armancên taybet belav dibin û bê xîm û binyat in.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji medyayên giştî û ji kesên ku li torên civakî dixebitin xwest ku siyasetên derveyî têkelî xwestekên hundirî yên xwe nekin û nûçên wiha heta ji aliyê wezareta karên derve ya Îranê belav nebin, qet ranegehînin ta ku xêr û qazanca netewî ya welêt nekeve ber bayê van nûçên derew. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu