Hevhatina Îran û Sûriyê ji bo hevkariyên aborî
Alîkarê palndarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajêran a Komara Îslamî ya Îranê,îniyê şevê diyar kir: Hevhatiannama stratejîk a demdirêj a baoriyê navbera Îran û Sûriyê hatiye amadekirin û dê bi zûtirkê ji aliyê rayedarên pilebilind ên her du welatan were îmzekirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr Emînî li kêleka civîna taxima aboriyê ya Îran û Sûriyê li Şamê bal kişand ser vê yekê ku avendakirina binavhiyên Sûriyê, pişkek ji hevhatina stratejîk a aborî ya demdirêj navbera vî welatî û Îranê ye û got: Sûriye niha bereberê qonaxa nû ya vedankirinê ye û pişka nedewletî ya Îranê bi hebûna şiyan û ezmûnên xwe yên zêde dikare alîkariya vî welatî bike.
Alîkarê palndarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajêran a Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Mijareke din a ku vê hevhatinê hat berçavgirtin, danûstandinên diravê derveyî ye ku biryar e diravê xwecî dewsa diravên derve yên navbera Îran û Sûriyê bigre.
Civîna dualî ya taxima aborî ya Îran û Sûriyê bi beşdariya Emîr Emînî, Alîkarê palndarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajêran a Komara Îslamî ya Îranê û Samir Xelîl wezîrê aboriyê yê Sûriyê duşemiya buhurî li Şamê hat lidarxistin.