CîhanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevkariya bi hezaran ewrpî bi koma terorîst a DAIŞ`ê

Wezîrê karên derve yê Otrîşê û serokê Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê ragihand nêzî deh hezar kesî ji welatên ewrûpî jibo hevkariya bi DAIŞ`ê, çûne Sûriye û Iraqê.

Li gorî rapora rojnama Express`ê, Sbastyan Kortêz, wezîrê karên derve yê Otrîşê û serokê Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê, roja şemiyê li yekemîn axiftina xwe ya li posta xwe ya nû got, ew endamên DAIŞ`ê ku ji Iraq û Sûriyê vedigerin, jibo Ewrûpayê xetereka mezin tên hesêb.

Serokê Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê, herwiha got divê endamên Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê, li hember kiryarên terorîstî rawestin.

Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê, ji hejmarek ji welatên li seranserê cîhanê pêk tê û tenê welatên ewrûpî endamên wê nînin.

Amerîka, Rûsya û Moxolistan jî wek welatên Îngilistan, Fransa û Almanyayê endamên Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu