AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hevkariya Îran û Kanadayê sa çêkirina amûrên pêşeya niftê

Rayedarekî derecebilind ê pêşeya nifta Komara Islamî ya Îranê qala lihevkirina Îran û Kanadayê ji bo çêkirina alavên têkildarî pêşeya niftê kir.

Cîgirê serokê beşa têknolojî û karên navneteweyî ya lêkolîngeha pêşeya nifta Îranê, Emîrebas Husêynî îro anku şemiyê, 23`ê nîsana 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Komara islamî nasyar bi IRNA`yê li bara hevkariya tev welatên din li pêşeya niftê her viha got: Lihevkirina tev şirketeke kanadayî li beşa amûr û alavên pêşeya niftê pêk hatiye û biryar e ku zûtirkê li Îranê cih bê.

Cîgirê serokê beşa têknoplojî û karên navneteweyî ya lêkolîngeha pêşeya nifta Îranê got: Ji bilî Kanadayê, muzakireya tev hejmarek ji welatên asyayayî û ewropî jî sa bikaranîna têknolojiyên nû li pêşeya niftê û xizîneyên niftî pêk hatiye ku biryarnameyên wan dê zûtirkê werin wajokirin.

Berî viya serokê beşa lêkolîn û têknolojiyê li şirketa nifta Felatqareya Îranê qala raberkirina projeya hilkolandina imkana aborî û plana berfirehkirina meydana niftî ya Bînalûdê bo şirketeke kanadayî kiribû.

Her viha gotûbêjeke din ligel zanîngeh û navendên zanistî yên Kanadayê li beşa têknolojiyên teze yên niftê bi taybet lêkolîna xizîneyên nniftê li halê pêkanînê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu