AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hevkarîya Îranê ligel UNIDO û navenda têknolojîya Otrîşê

Îranê û Sazîya Pêşxistina pêşeyî ya NY (UNIDO) û navenda têknolojîya Otrîşê li rex merasima pênîyemîn salvegera damezirandina UNIDO`yê têgiheştinameyeke hevkarîyê li meqera NY ya li bajarê Vîyenê wajo kirin.

Li gorî vê têgiheştinameya sêalî ku duh êvarê hat wajokirinê, her sê alî yê lêkolîneke hevpar li bara kêmkirina gaza kerbonê li Îranê destpê bikin.

Di vê merasimê da herwiha belgeyeke hevkarîyê di navbera Îranê û UNIDO`yê da hat îmzakirinê ku bi saya wê, hevkarîya Îranê ligel UNIDO`yê di çarçova pêşxistina pêşeyî ya mayinde û bi rêka cihanîna projên hevpar yê destpê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu