NûçeRojhilatanavinYemen

Hevpeymaniya Siûdî 191 caran agirbesa li Hudeydeyê binpê kir

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê Sêşemiyê bi şev qala dewama binpêkirina agirbesê li bajarê perravî yê Hudeydeyê li rojavaya vî welatî ji aliyê hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî va kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, yehya El Serî’ got: Destdirêjkerên siûdî di heyama 48 saetên bhurî da 191 caran agirbesa li abajrê Hudeydeyê binpê kirine.

Serî’ her wiha bi bîr xist ku Firokeyên şêrr ên Siûdî di heyama 48 saetên bihurî da 37 caran êrîşî ser navçeyên cûrbicûr ên Yemenê kirine.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di navebra komên yemenî da ji 18ê Kanûnê va li bajarê perravî yê Hudeydeyê dest pê bûye.

Bendergeha Hudeydeyê riya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostane bo Yemenê ye.

Dora çaran a gotûbêjên Aştiya Yemenê ji roja 6ê Kanûna 2018an va bi amadebûna aliyên yemenî bi serokatiya Martîn Girîfîts, Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li krên Yemenê li bajarê Stokholma paytexta Swêdê dest pê bû û roja Pêncşemiyê, 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê Agirbesê li Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, bi dawî bû.

Heta niha çend caran tevger û gotûbêj jibo bidawîanîna şêrr li Yemenê pêk hatine, lê her carê bi astengîderxistina Erebistanê û hevpeymanên wî welatî serê xwe negirtiye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Başa dön tuşu