IraqNûçeRojhilatanavin

“Hewcetiya me bi palenek mîna Plana Marşal heye“

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî piştî şerê dijî DAIŞ`ê, hewcedara alîkariyê berfireh ên navneteweyî wek wan alîkariyan e ku Amerîkayê radestî Ewropaya Rojavayî piştî şerê duyem ê cîhanî kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Wezîrê karên derve yê Iraqê, Îbrahîm ceferî li axaftinekê li Konfêransa Gotûbêja Medîteraneyî (Welatên li dorhêla Deryaya Sipî) li Romayê got: “Ez ji civaka navneteweyî dixwazim ku alîkariya me bike, wisa ku li şerê dijî DAIŞ`ê alîkariya me kir“.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişande ser hejmara kesên çekdar ên biyanî ku li nav refên DAIŞ`ê şer kirin û got: “Iraq li çarçova şerekî cîhanî, têkoşî; Lewma cîhan divê niha alîakriya me bike“.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: “DAIŞ êdî gefeka stratijîk li dijî hikûmeta Iraqê nîne“.

Wî ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo avedankirina nû ya bajarê wêrannbûyî yên Iraqê wekî Mûsilê, alîkariya vî welatî bike; Alîkariya ku li dû şerê duyem ê cîhanê bo bajarên Almanê hat kirin.

Plana Marşal (Marshall Plan) ji bernameyên alîkariyê yên Amerîkayê bo Ewropaya Rojavayî bi taybet Almanê piştî şerê duyem ê cîhanî ra tê gotin ku armanca vê planê nûaavakirina Abora Ewropayê û rakirina berbendên ticarî û nûjenkirina pêşeya Ewropayê û geşepêdana li vê parezemînê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu