CîhanEwropaNûçe

Hewildana Can Bolton ji bo pînekirina hebûna neqanûnî ya çekdarên amerîkî li Sûriyê

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Sipî tevî hewildana ji bo pînekirina hebûna neqanûnî ya çekdarên amerîkî li Sûriyê li ser dewama vê hebûnê pêgirî kir.

Li gorî rapora Fars News`ê, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Sipî, Can Bolton tevî dubarekirina îdiayên pûç û bêbingeh dijî Îranê derbarê gefbûna vî welatî ji bo Rojhilata Navînê, got: Çekdarên amerîkî heta wê demê ku ev gef hebe, dê li Sûriyê bimînin.

Bolton bal kişande ser hevdîtina serokomarên Amerîka û Rûsiyê li Fenlandayê ku biryar e îro anku Duşemiyê pêk were, her wiha got:  Rewşa Sûriyê dê ji mijarên gotûbêja serokên van du welatan be.

Amerîka û hevpeymanên wî welatî ku piştgirên sereke yên komên têrorîst ên li halê şerê dijî dewleta qanûnî ya Sûriyê ne, hewil didin bi pînekirina hebûna xwe li vî welatî, piştgiriya xwe ji van koman li dijî Şamê bidomînin.

Li aliyê din, Hêzên Rûsiyê hevdem digel gurrbûna qeyrana Sûriyê li ser vexwendina fermî ya dewleta Sûriyê, beşdarî têkoşîna dijî komên têrorîst bûne.

Başa dön tuşu