IraqNûçeRojhilatanavin

Hewldana Emerîkayê bona vegeryana Munafiqan bo Iraqê bêyî agehdariya Bexdayê

Ajanseke iraqî li bara hewldana dewleta Emerîkayê bona vegerandina koma terorîstî ya Munafiqan bo axa Iraqê bêyî hewahengiya dewleta navendî ya Bexdayê agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ajansa nûçan a El-Qedîrê roja şemiyê raghand: Dewleta Emerîkayê endamên koma terorîstî ya Munafiqan li meqerên xwe yên eskerî li Kurdistanê hîn kirine û çek û sîlehan dide wan.

Koma terorîstî ya Munfiqan ji hevpeymanên  dîktatorê îdambûyî yê Iraqê bû ku him li şerê Rejîma Besa Iraqê li dijî Îranê û him jî serkutkirina serhildan û tevgerên gelanî yên Iraqê û cinayeta li dijî welatiyên iraqî alîkariya Sedam dikir.

Bi salan piştî sernixûnbûna Sedam, gel û serokên iraqî tevî piştgiriya rojava û Emerîkayê ji vê koma terorîstî, serê axir bi îsrar, karîn ku Munafiqan ji axa welatê xwe derxînin.

Nivîsgeha Heyder Ebadî srokwezîrê berê yê Iraqê,10 Îlona 2016`an  bi daxûyaniyekê raghand, dewleta Iraqê bi derxistina dawîn  koma Munafiqan mayîna wan  li Iraqê tam bi dawî anî û ev dosiye tam girêda.

Başa dön tuşu