IraqNûçeRojhilatanavin

Hewlêr û Bexda dê bicivin bo çareserkirin a hemû arîşeyan

Dr. Beşîr Hedad, cêgir ê serok ê perleman a Îraqê ragehand, biryare evero şandek a Bexdayê ku ji hijmarek a wezîr ên hikumet a Îraqê pêkhatîye, serdan a Hewlêrê bikin û li gel serkirdatî ya Herêm a Kurdistanê bicivin. armanc a ji wê serdanê,  çareserkirina teva ya arîşeyane di navber a Herêm a Kurdistanê û Îraqê de.

Cêgirê serok ê perleman a Îraqê, xuya kir, şand a Bexda ji wezîr ên Pilandanan, Pîşesazî, Bazirganî, rewşenbîrî û çend wezîr ên din pêkhatîye. Ji bilî van wezîran her yek ji parêzgar ê Bank a Navendî û serok ê Deste ya Weberhînan a Îraqê û hijmarek a berpirs ên din jî hene.

 Beşîr Hedad, amaje bi wê yekê jî kir ku ev wezîr li gel hevta yên xwe li Herêm a Kurdistanê dê bicivin. Ev jî bo hevahengî û ji hevtêgehêjtina zêdetire bi armanc a çareserkirin a arîşe yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Başa dön tuşu