IraqNûçeRojhilatanavin

Tevgera Gorranê û Komela Islamî ji kabîna Herêma Kurdistana Iraqê vekişîyan

Tevgera Gorranê û Komela Islamî wek du komên opozosyonê li Herêma Kuridstana Iraqê îro ji kabîna xwecî ya vê herêmê vekişîyan. Bi dû vê kiryarê, serokê parlimana xwecî ya Kurdistana Iraqê jî wêdeçûna xwe ragihand.

Li gorî rapora Somerye News`ê, Tevgera Gorranê û Komela Îslamî biryar dan ku ji hikûmeta xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê vekişîn. Tevgera Gorranê herwiha biryar da Yûsif Mihemed ji serokatîya parlimana Herêma Kurdistanê vekişîne.

Karwan Haşim endamê rêvebirîya Tevgera Gorranê di vî warî de got: Tevgera Gorranê û Komela Islamî ya Kurdistanê biryar dan ji hikûmeta xwecî vekişin. Ev biryara herwiha wêdeçûna Yûsif Mihemed ji posta xwe digire ber xwe.

Wî herwiha got: Biryara vekişîna hevpar digel Komela Islamî hat dayînê.

Ev kiryara bi dû sersarîya berpirsên Herêma Kurdistanê li hemberî hewldanên Tevgera Gorranê bi merema çaksazî û guhertinan li Herêma Kurdstanê hat kirin.

Di vî halî de Tevgera Gorranê basa rawestandina rêketina xwe digel YNK`ê jî kir.

Karwan Haşim herwiha got: Rêvebirîya Tevgera Gorranê li civîna îro ya xwe biryar da rêketinama digel YNK`ê rawestîne. Wî herwiha got: Ev biryara bi dû alûgurên vê dawîyê li Herêma Kurdistana Iraqê hat dayînê.

Vî endamê rêvebirîya Tevgera Gorranê herwiha got: Welatîyên Herêma Kurdistana Iraqê rewşa nebaş a niha tamul nakin. Hikûmeta niha li birêvebirina Herêma Kurdistanê tûşî işkestê bûye û divê wêde here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu