CîhanNûçe

Li Vietnamê bi hezaran girtî hatin efûkirin

Ji Ofîsa Wezareta Dewletê ya Vîetnamê Giang Son bi civîneke çapmeniyê eşkere kir ku wan bi 2 biryarnameyan 4 hezar 384 girtiyan efû kirine û wan serbest berdin.

Herdu biryarname ji aliyê Tran Dai Quang ve hatiye erêkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: ‘Biryara efûyê politikaya xweşbîniyê ya Komara Sosyalîst ya Vîetnamê û partiya me herwiha hêla mirovî ya gelê me careke din eşkere kir.’

Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Vîetnamê Ha Kim Ngoc jî diyar kir ku 9 ji wan çînî, 3 ji wan laosî yek ji Koreya Başûr û yek jî awistiralî wê 14 biyaniyan serbest berdin. Rayedarê ewlekariyê Nguyen Van Thanh, jî daxuyand ku wê girtiyan ji roja pêrşemê pê ve hêdî hêdî serbest berdin. Tê gotin ku di nava girtiyên ku wê serbest bêne berdan Bui Xuan Kim ê ku bi ‘ji bo ewlehiya neteweyî wekî tehdît’ tê sûcdarkirin jî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu