IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Em sozdar in ku ala Iraqê li Mûsilê bilind bikin

Serokwezîrê Iraqê roja çarşemiyê li seferekê bo parêzgeha Nêynewayê got: Em soz didin ku bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin û ala Iraqê li vî bajarî bilind bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Heyder Ebadî ji hêzên beşdar li opêrasiyonê xwestiye ku haya wan ji şêwaz û dek û dolabên têrorîstên DAIŞ`ê li pêvajoya opêarsiyona azadkirina Mûsilê hebe.

Wî li kêleka hevdîtina digel hêzên şerê dijî têrorîsmê û hêzên berteka lezgîn bi gotina viya ku morala hêzên iraqî bilind e û yekîtiyeke kêmdîtî di vî warî da heye, herwiha got: Opêrasiyona azadkirina Mûsilê li gorî bernameyê û bi başî pêşda tere.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Hêzên şerê dijî têrorîsmê ji hêzên herî qahîm û xurt li navçeyê ne û li şerên girîng destkeftên berbiçav bi dest xistine.

Ebadî got: Şerê Mûsilê şerekî esasî û bingehîn dijî têrorîsmê ye û gere ku hêzên iraqî li ser fênd û dek û dolabên têrorîstên DAIŞ`ê li vî şerî agah bin.

Wî ji hêzên opêrasiyonê yêln iraqî ra got: Xelkê dinyê li we mêze dikin û pesna qaremantî û wêrektiya we didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu