Heyder Ebadî: “Kontrola Iraqê erka dewleta navendî ye“
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Dewleta navendî divê kontrola xwe li seranserî welêt û deriyên sînorî hebe“.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê, nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ragiahnd: “Serkwezîrê Irqê, Heyder Ebadî li gotûbêja bi rêya têlêfonê tev wezîrê karên derve yê Inglîsê, Bûrîs Canson, li bara serketina Iraqê li hemberî têrorîsmê û mijarên siyasî û ewlehiyê axivî“.
Ebadî li vê daxûyaniyê ragiahnd: “Aliyê kurd li cihanîna kontrola welêt ji aliyê dewleta va Hêdî tevdigere“.
Wî her wiga ragihand: “Dewleta Iraqê divê kontrola derbasgehên derfirtoian niftê bo Tirkiyê bigire destê xwe û hekle ev kar pêk neyê, rewş dê xerabtir bibe“.
Serokwezîrê Iraqê her wiha ragihand: “Dewleta navendî naxwaze xwînek were rijandin an rewş qeyranî bibe; Lê hin kes li Kurdistana Iraqê her wiha mêdyayên partiyan li hewlêrê tundiyê berbelav dikin“.
Li gorî vê daxûyaniyê, Ebadî li ser hakimiyeta dewleta navendî li warê pêkanîna rêkareka bi aştî ji bo pêkvejiyana iraqîiyan pêgirî kir û ragihand: “Ev yek bêyî hebûna hêzên iraqî ku rê li ber derketina kêşe û pevçûnan bigirin, nemumkin e“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)