ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî pesna rola Îranê li têkçûna DAIŞê da

Serokwezîrê Iraqê ser rola stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê li alîkariya bo têkbirina koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê da.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pênşemê li gotûbêja bi televîayona  emerîkî ya CNNê re li Davûsa Swîsê û li bersiva  vê pirsê ku Riyaz îdia dike Îran hêza reş û nerênî li navçê ye? destnîşan kir: Nihêrîneka wisa nayê qebûlkirin.

Heyder Ebadî her wiah li bara rewşa Sûriyê jî got: Niha hin endamên DAIŞê li Sûriyê de ne û nayê fehmkirin ku çima ji nav naçin.

Serokwezîrê Iraqê kiryara hevalbendiya emerîkî ya li dijî DAIŞê rexne kir û got: Hin endamên DAIŞê li nav Sûriyê ne û li vî welatî sitargeha û meqera wan heye.

Wî destnîşan kir: Saziyên îstixbaratî yên Iraqê dibêjin ku endamên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê bombedanerên  întiharî perwerde dikin û ev perwerde pir lihevaliyayî ne.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir: Endamên mayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê bi hîndekariya bombedaneran dixwezin ku van kesana  bişînin welat û bajarên curbicur  ku pêla êrişên terorîstî bi rê bixin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu