IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Pircurbûna dînî û etnîkî ya Iraqê şanaziya me ye

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku hêzên ewlehiya vî welatî karîn du ji sê ji axa Nêynewayê ji destê terorîstan azad bikin û welatên ku hês dikin ewlehiya nav wan dabîne, roja îro pêwîste ku ji ber xetera grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hişyar bin û miqatî xwe bin.

Ebadî li gotinên xwe li koma serokên xurtên erebî li bin çavdêriya Yeketiya Ereb got: Terorîzmê xwest ku Bexdayê jinav bibe lê cewanên me pîşiya van cinayet û kiryarên bi xeter yên terorîstan girtin û bona niha û pêşerojê serketinên zav anîne dest.

Wî destnîşan kir; Derbeya giran ku li terorîstên DAIŞ`ê ket wehdet û hevgirtina hemû xelkê Iraqê bû ji ber ku terorîst dixwazin welatê me parve bikin, niha jî me du par ji sê par axa Nêynewayê ji destê terorîstên DAIş`ê istandiye û bi vê zûtiyê dê serketina tam em bînin dest.

Ebadî herwisa destnîşan kir; Her wexteê ku em bikaribin axa xwe ji destê terorîstan azad bikin û bombe û mînên ku wan danîne pûç bikin em dikarin ewlehiya tam bigehînin nav welêt.

Wî got: Pircurbûna dînî û etnîkî ya Iraqê şanaziya me ye.

Ji aliyê dinve serleşker Qasim Muhemmedî qumandê operasiyona El-Cezîrê ragihand ku bona pêşî girtina li êrişên DAIŞ`ê ser bajarê Hedîsê, gelek çek û sîlah ji bo vî bajarî hatine çandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu