IraqNûçeRojhilatanavin

Heyderê Ebadî: “Heşdê Şeibî hêviya Iraq û Navçeyê ye“

Serokwezîrê Iraqê êvara Duşemiyê li hevdîtina bi Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Bexdayê bi awayekî ciddî pişta Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî girt.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li ser gotinên vê dawiyê yên Rêks Tîlêrsonê wezîrê karên derve yê Amerîkayê li dijî Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî destnîşan kir: “Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî hêviya Iraq û navçeyê ne“.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku Heşdê Şeibî rêxistineka fermî ye, got: “Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roleka bingehîn li têkoşîna dijî têrorîstan li vî welatî hene“.

Nivîsgeha Heyder Ebadî jî roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku mafê tu kesî tune bo iraqiyan biryarê bide, bi bîr xist ku Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî gişt iraqî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu