ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Piştgiriya Îranê ji xuliqkariyên siyasî yên jibo çareseriya qeyrana Sûriyê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Komara îslamiya Îranê, pişta xuliqkariyên siyasî yên ku xwesteka rastîn a xelkê Sûriyê dabîn bikin, digire.

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Îmad Xemîs, serokwezîrê Sûriyê li Tehranê destnîşan kir: Dewama hewldanên giştalî jibo azadkirina navçeyên li bin lepên terorîstan li Sûriyê bona vegerandina ewlehî û aramiyê bo Sûriyê û şopandina hevgav a riya gotûbêjên sûrî- sûrî jibo gihîştina bi wifaqa neteweyî, dikarin dawiyê li qeyrana vî welatî bînin.

Şemxanî, ji bilî sekinîna li ser parastina yekperçetiya axê û serxwebûna siyasî ya Sûriyê, herwiha got: Nabe ku em îznê bidin dijminên Sûriyê derfeta girbesê û gotûbêja siyasî, wekî taktîkekê jibo vejiyandina hêza xwe ya mirovî, pereyî û çekan ên komên terorîst û pergalkirina wan bi kar bînin.

Imad Xemîs, serokwezîrê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de raporekê li ser alûgorên meydanî yên herî dawîn ên vî welatî û pêşveçûnên li şerrê dijî komên tekfîrî terorîstî, şopandina riya siyasî jibo derbasbûna ji qeyranê yek ji bijarteyên girîng da zanîn û got: Dewleta Sûriyê hertim bi dijberên ku çekên wan tunene û hes dikin ku yekperçetiya welêt were parastin, gotûbêj kiriye.

Serokwezîrê Sûriyê, duşemiyê bi şev bi armanca berfirehkirina hevkariyan bi Komara Îslamiya Îranê re derbasî Têhranê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu