AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hez û meyla Rûsyê ji bo kirrîna 40 ton Ava Giran ji Îranê

Wezareta karên derve ya Rûsya ragihand ku Moskova kirrîna 40 ton Ava Giran a ji Komara Îslamiya Îranê hildikole.

Ajansa nûçeyan a rûsî ya Ryanovestiyê, roja duşemiyê ji zarê wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand ku Moskova dil heye ku 40 ton Ava Giran ji Îranê bikirre.

Li gorî hevhatinnama navokî ya sala par di navbera Îranê û koma 5+1`ê de, Têhran beşek ji zimhêrên xwe yên ava giran difroşe.

Ava Giran taybetmendiya xwe ya radyoektîv tune û li gorî hevhatinnama navokî, mafê Têhranê ye ku zimhêrên xwe yên Ava Giran bifroşe.

Berî niha Amerîkayê jî ji kirrîna 32 ton Ava Giran ji Îranê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu