ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêza deryayiya artêşa Îranê bi şopandina tam a tevegrên dijmin, amade ye ku her cûre gefa ihtimalî pûç bike

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî fermandarê hêza deryayî ya stratijîk a artêşa Îranê roja pêncşemiyê li Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê got: Hêza deryayiya artêşa Îranê ji bo nîşandana şiyan û iqtidara çand û înqilaba îslamî ya Îranê peywendiyeke çalak digel welatên cîhanê heye.

Emîr Deryadar Seyarî her wiha bi gotina viya ku hêza deryayiya artêşa Îranê amor û alavên herî pêşketî hene, got: Çil û çaremîn komgemiya hêza deryayiya artêşa Îranê vê dawiyê bi şikandina rêkorda sed û pêncî roj deryageriyê li Oqyanûsa Hinda Başûr û Etlesê şiyanên Îranê nîşan da.

Seyarî bal kişande ser sefera vê dawiyê ya komgemiya hêza deryayiya artêşa Îranê li deryaya Xezerê bo Sûriyê û hevdem sefera komgemiya Îranê bo Bendera Selaleya Omanê û bi bîr xist: Mazûvaniya ji komgemiya pakistanî li Bender Ebasê nîşana şiyanên hêza deryayiya artêşa Îranê li warê dîplomasiya çalak a deryayî ye.

Fermandarê hêza deryayiya stratijîk a Îranê her wiha got: Bi zûtî bi zêdebûna gemiya şêrr a Sehendê û gemiyên mûşekavêj li gemiyên din ên şêrr û berhemanîna jêrderyayiyên Kilsaa Xedîr û Fatihê, wê şiyana hêza deryayiya Îranê zêde bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu