CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hêza mûşekî ya Îranê derveyî îradeya Emerîkayê

Liv û tevgera Komara Îslamî ya Îranê li riya pêşketina zanistî ji wan li warê şandina setelaythilgiran bo fezayê û her wiha jordebirina hêza mûşekî, cardinê rayedarên emerîkî neçar kirin bertekê nîşan bidin.

 Mike Pompeo (Mayk Pompêo), wezîrê karên derve yê Emerîkayê, roja pêncşemê li bara  berfirehkirina  bernama  fezayî û mûşekî ya xwe hişyarî da Îranê û ji Îranê xwest ku bila her cure xebata xwe têkildarî mûşekên balestîk rawestîne. Li gor îdiaya  wezîrê karên derve yê Emerîkayê, bernama mûşekî ya Îranê biryarnama  2231`an a Konseya Ewlehiyê ya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Mike Pompeo her wiha îdia kir ku teknolojiya ku li bernama  fezayî ya Îranê hatiya xebitandin, hema ev teknolojî ye ku  dikare li berfirehkirina mûşekên  balestîk jî were xebtandin.

Ev cure helwestên  rayeadrên  emerîkî ne mijareke teze ye û dê ya dawiyê jî nebe. Dewleta niha ya  Emerîkayê hertim nihêrîneke  bi dijminatî li hemberî Îranê hebûye û her car bi hecetên  curbicur û bi armanca girtina pêşiya pêşketinên Îranê li warê  fezayî û mûşekî, wê weke  gefekê bo cîhanê dide nasandin.

Ev nihêrîna Emerîkayê ku bingeha wê li dijminatiya  kûr derheq gel û nizama  Îranê heye li 40 salên  buhurî bi şêwazên curbicur hatiye  şopandin û îro jî ku  Inqilaba Îslamî xwe ji bo cejna  xwe ya 40 saliyê amade dike, dijminatiya Emerîkayê li hemberî Îranê gihêştiya asta xwe ya herî jorîn.

Dijminatiya Emerîkayê li hemberî gelê Îranê hertim  bi boykot û zext û zorên  aborî û siyasî rûbirû bûye û xala  balkêş li vê barê, pêşketina  Îranê li warên  curbicur  bisaya hema van boykotan e.

Serketin û pêşketina  Îranê li warên curbicur  ji wan li warê fezayî û mûşekî nîşana  nekêrhatîbûna siyaseta Emerîkayê ya boykotkirinê heye û her ev mijara , rayedarên emerîkî hêrs kiriye û ew hewl didin bi şiroveyên  şaş, bernama mûşekî ya Îranê weke gefekê bo cîhanê bidin nîşandan.

Başa dön tuşu