IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî çû Hewlêrê

Sokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi helikoptereke leşkerî duh bi şev gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Hundir yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya wî kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Ebadî li gel heyeta pê re û heyeta pêşwaziyê ya Herêma Kurdistanê ji bo mijara operasyona rizgarkirina Mûsilê civiyan. Herwiha piştî civîna bi şandan re Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî civîneke du alî pêk anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu