ÎranNûçeRojhilatanavin

Îmzekirina peymanên nû yên niftî yên Îranê heya dawiya îsal

Alîkarê karûbarên navneteweyî û bazirganiyê yê wezareta nifta Îranê got: Heya dawiya îsal, Komara Îslamiya Îranê, wê hin peymanên nû yên li pêşeya niftê îmze bike.

Emîrhisên Zemanîniya, alîkarê wezîrê nifta Îranê li gotûbêja tev kanala ragihandinê ya Nift û enerjiyê (SHANA), destnîşan kir: Projeyên niftî yên Îranê, bê şik wê li mehên dahatiyê raber bibin û heya dawiya îsal, wê peymanên mezin tev kompaniyên bi navbang ên cîhanê, îmze bibin.

Zemanîniya, bal kişand ser gotûbêjên giwaştî yên di navbera Îranê û Kompaniyê biyanî de bona îmzekirina peymanên niftî û destnîşan kir: Modêla nû ya van peymanan, îmkana hevkariya tev kompaniyên mezin û bi navbang ên navneteweyî zêde dike.

Zemanîniya, projeyên Îranê, ji bo kompaniyên navneteweyî, pirr balkêş dan zanîn û herwiha got: Hevhatinameyên sereke yên li gotûbêjan tev kompaniyên asyayî û ewrûpî di vî warî de bi dest ketine.

Alîkarê wezîrê nifta Îranê, got: Hin hevkariyên baş tev kompaniyên almanî û bi taybet kompaniya Zîmênsê, pêk hatine û nexşeriya hevkariya tev vê kompaniya mezin a almanî, amade bûye.

Kompaniya Neteweyî ya Gazê û Kompaniya Neteweyî ya Nifta Îranê, sêyê meha Gulana 2016`an, hevhatinnameyeka sêalî tev Zîmênsê û kompaniya Torbo Komprêsor Niftê (OTC) îmze kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu