ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê xwest ku her kes tevlî fikra “cehan li dijî şîdet û tundrevîyê“ bibe

Mihemedcewad Zerîf tevî weşandina vê daxwazê bi rêya Tiwîttera xwe, pêkutî kir: Cejna sersalê û sala nû û dubarebûna biharê bi dubarebûn û nûbûna hêvîyê jibo zarokên sûrî û yemenî bê lidarxistinê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê li axavtina xwe li 68`emîn civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê di sala 2013`ê da fikra “ cîhan li dijî şîdet û tundrêtîyê“ hilêxist.

Ev pêşnîyara Rûhanî pêrgî pêşwazîya civaka navnetewî bû û bi dû wê, Civata Giştî biryarnameyek da û ji sêkrêtêrê giştî yê NY hat xwestinê ku hemî şîyana xwe jibo berbelavkirina vê fikir û pêşnîyarê bikar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu