ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêza Parastinê ya Îranê êdî nayê astengkirin

Cîgirê Fermandarê giştî yê Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar sertîp Husên Selamî îro li kêleka serdana Festîvala yekim a `Fecr û Pêşveçûnê` ya sipahê pasdaran li Tehranê de ji nûçegihanan re got: Roja îro Îran li warê teknolojiyên pêşketî û lihevaliyayî yên berevanî û parastinê hevtûşî welatên pêşketî pêşve diçe û zanist û teknolojiyên derheq çêtirkirin û nûjenkirina mûşekan ji babeta sîstemên fermandetî, kontrol û kalîteyê û ji babeta motorên pêşvebirinê û ardûya motoran xistine destê xwe.

Serdar Selamî herwiha derheq gotinên rayedarên welatên rojavayê ku xwestine ser şiyana moşekî û leşkerî ya Îranê muzakire bibe bertek nîşan da û got:Pêwendiya ku welatên din û qawetên neyar dikarin bi Îranê re pêk bînin, tiştek nîne ji bilî pejirandina rastiya hebûna qawetekî wekî Îranê  ku qawetekî xwedî mentiq  û bi hitbar e û hewldanên wê bi tenê ji bo parstin û pêşîgirtinê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu