NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûriyê êrîşa koma têrorîst a Tehrîra Şamê kirin

Hêzên artêşa Sûriyê berrbanga îro anku Duşemiyê êrîşa koma têrorîst a Tehrîra Şamê (Bereya Nusreyê) li ser bajarên Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê têkşikandin.

Li van şer û pevçûnan jî hejamreka têrorîstan tûşî kemîn û davikên teqînê bûn û hatin kuştin an birîndar bûn.

Derdora heşt hezar kes ji xelkê Fûe û Keferyayê ku pirraniya wan jin û zarok in, ji aliyê têrorstan va hatine dorpêçkirin û alîkariyên xwarekê bo wan tenê ji riya hewa va û bi çetrê anku paraşûtê pêk tê.

Du bajarokên Fûe û Keferyayê li bakurê Idlibê ji rja 28ê Adara 2015an va ji aliyê têrorîstan hatine dorpêçkirin.

Başa dön tuşu