ÎranNûçeRojhilatanavin

Çavkaniya tep û tozên çend rojên derbasbûyî ji derve bû

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Mesûme Îbtikar li bernama gotûbêja taybet a nûçan kanala 2 a televîzyonê got : Li yek sala buhurî em mijûlî komkirina belgeyên tam ên buyerên derveyî sînoran jibo ragihandina nerazîbûna fermî bo dewleta Iraq û Erebistanê û raberkirina wê bo rêxistinên navneteweyî ji riya wezareta karên derve ne .

Wê bal kişand ser vê yekê ku şêwirînên zav bi Iarqê re li bara cihanîna hevhatinnameyên îmzebûyî ji sala 92`an cih hatiye û got : Mixabin rewşa xirab a dewleta Iraqê, êrişa tekfîriyan û DAIŞê derfeta cihanîna vê hevhatinnamê istandin.

Seroka Rêxistina parastina jîngehê, Mesûme Îbtikar got: Ser pêşniyara Îranê par biryarname li civakên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat pejirandin û li gor wê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûy bû berpirsiyar ku li raporekê navendên tep û tozê li cîhanê kivş bike û ragihîne.

Îbtikarê got: Mehek berî niha jî rapora Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hat weşandin û niha jî ev rapora li halê amadekirina dawiyê ye û wer xûya dike heya meheke din were weşandin.

Wê got: bi weşandina vê raporê bernama kiryara navneteweyî bi bernama teknîkî ya guncaw û kivşbûna piştîvanan li gorî rêveberiya welêt dê were amadekirin.

Seroka Rêxistina parastina jîngehê,Mesûme Îbtikar got:şer ê bêewlehî û hişksalî ya li encama kiryarên Tirkiyê li Iraqê li kêleka gerimbûna erdê li navça Rojava Asiyayê ji wna hegerên pêkhatian navendên toz û xweliyê ye .

Mesûme Îbtikarê got dewletê pêştir pêşniyar kiribû ku jibo çareserkirian vê meselê sindûqekeke navçeyê were danîn ku hin welêt ji wan Erebistan li hember wê dijberî kirin.

Wê got : emê li hember mesela tep ê tozê wek qeyranekê rawestin ku bi pêşniyarqanûna dewletê kargrûpek li wezareta karên hundir a welêt vê meselê hildikole. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu