ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên çekdar ên Îranê xafil nabin

Serokê navenda lêkolînên istiratêjîk a artêşa Îranê bi gotina vîya ku hêzên çekdar ên welêt xafil nabin, dîyar kir: Hêzên leşkerî û asayişê yên Îranê di warên navxweyî û dervdeyî de şîyaneke xurt û di asteke bilind de ji bo nîşandayîna iqtidara nizamê hene.

General Ehmedriza Pûrdestan li merasima rêzgirtina li şehîdan li şarê Erakê (li navenda Îranê) bi pêgirîya ser pêwîstîya hişyarbûna li hemberî komployên dijminan got: Hêzên çekdar ên Îranê liv û tevgerên bejayî, deryayî û hewayî yên dijminan li sînoran û derveyî sînoran dişopînin û anegorî kiryara dijminan, potansîyelên pêwîst ên berevanîyê berçav digirin.

General Pûrdestan bal kişand ser işkesta DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê û got: DAIŞ`yên ku ji Iraq û Sûrîyê hatin derxistin bo Urdin û Efganistanê hatin veguhestin û niha nêzî 7 hezar DAIŞ`î li Efganistanê ne û medreseyên wehabîyan jî bi awayekî berdewam hêzên nû radestî DAIŞ`ê dikin.

Serokê navenda lêkolînên istiratêjîk a artêşa Îranê pêgirî kir: Hin welatên paşvero yên navçê hez dikin gefên DAIŞ`ê bigihînin sînorên Komara Islamî ya Îranê lê, hêzên leşkerî û asayişê yên Îranê tam li hemberî wan serdest in.

General Pûrdestan şerê nerm, şerê aborîyê û bîyotêrorîsm ji wan komployên dijminan ji bo ku derbê li Îranê bidin zanîn got: Peyrewîya tam ji gotin û tivdîrên hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê ezîz ê inqilaba islamî ya Îranê rêka sekinîna li hemberî liv û tevger û hewildanên dijminan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu