NûçeÎranRojhilatanavin

Raîsî bang dike ku sînor veguherînin navendên danûstendina bazirganiyê bi welatên cîran re

Serokomarê Îranê Ayetullah Îbrahîm Rayîsî, sînor wek îmkanên berdest nirxand û got ku yek ji van derfetan jî ew e ku sînoran bikin navendên danûstendinên bazirganî.

Reîsî roja Pêncşemiyê li hevdîtina bi kasibkar û bazirganên Îranê yên li parêzgeha Kirmaşanê ya rojava, bal kişande ser girîngiya bicîanîna dirûşma sala ku ji aliyê Rêberê Înqilaba Îslamî ve hatiye pêşniyarkirin li ser eksena hilberînê û got: Serxwebûn û serbilindiya welat. bi berjewendiya hilberînê ve girêdayî ye.

Got jî: geşbûna abûrî bi rêgirtina buhabûnê ve girêdayî ye û eger enflasyon bête rêgirtin, bi zêdebûna sermayedarî û berhemanînê emê geşbûna aborî bibînin.

Rayîsî di beşeke din ya axaftinên xwe de tekez li ser pêwîstiya dirustkirina pîşesaziyên berhemanîn li parêzgehên curbicur ên welat bi taybetî parêzgeha Kirmaşanê kir û ev yek weke yek ji tedbîrên bingehîn ên hikûmetê da zanîn.

Wî bal kişande ser wê yekê ku eleqeya bi warên parzûngehên petrolê û pîşesaziyên zanînê yek ji girîngtirîn bernameyên hikûmetê ye û got: Xebata zanistî tê wateya veguhertina zanînê bo şiyan û ev mijar di warê parzûngehên petrolê de bi awayekî cidî tê şopandin.

Başa dön tuşu