AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraqê 10 belgeyên hevkarîyê wajo bikin

Rawêjkarê ragihandinê yê balyozxana Îranê li Iraqê ragihand: Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê yê digel taximeke aborî û sîyasî seredana Bexdayê bike.

Emîr Şahî herwisan got: Desteya aborî ya Îranê bi serokatîya Mihemed Şerîetmedarî wezîrê pêşe, maden û ticareta Îranê seredana Bexdayê kirîye û her du alîyan li vê têkildarî seredanê 10 belgeyên aborî û ticarî lihev kirine û biryar e ku ew belge îro bi amadebûna Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê Îranê û Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li Bexdayê bên wajokirin.

Rawêjkarê ragihandinê yê balyozxana Îranê li Iraqê ragihand: Ew belge hevkarîya warên ticarî, pêşeyî, xizmetên têknîkî û endazyarî, gumrik û istandardê digirin ber xwe.

Emîr Şahî herwisan got: Serokwezîrê Iraqê û alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê yê li civîneke rojnamevanîyê encamên gotûbêjên xwe têkildarî peywendîyên sîyasî, aborî, ticarî û meseleyên navçê rave bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu