IraqNûçeRojhilatanavin

Radestkirina lîsteya jinên revandî yên Iarqê bo NY

Muhemed Teqî El-Mola, nûnerê parlemana Iraqê li hevdîtina  Zeyneb Bankora berpirsa taybet a NY li karûbarên  tund û tûjiyên cinsî li nav şêr, li bara jinên êzdî, şîe, tirkmen û xiristiyanî ku ji aliyê DAIŞ`ê li Iraqê hatine rewandinê, gotûbêj kir û ser pêwîstiya  zêdekirina  alûîkariyên  navneteweyî jibo rizgarkirina  van jinan tekez kir.

Zeyneb Bankora berpirsa taybet a NY li karûbarên  tundû tûjiyên  cinsî li şêr jî bal kişand ser avakirina  du navendan jibo dermankirina jinên ku ketien ber şîdetê û jinên ku ji destê terorîstên DAIŞê revîne ji kumîta  parlemanî ya  mafên mirovan  xwest ku  ev du navend  di cuxrafiyayên  pêkan de bên  damezrandin ku bikaribin xizmetên zêdetir  bighînin jinên hanê.

Midehek berî niha , piştî kuştina  yek ji endamên tekfîrî yên DAIŞê li bajarê Şerqatê li başûrê Mûsilê, telefona wî ket destê iraqiyan û têde vîdyoyek li bara firotina  jinên êzdî li Erebistanê hat peydakirin.

Grûpa terorîstî ya  DAIŞê sala 2014an piştî dagirkirina  Mûsilê, bi hezaran  jinên êzdî rewandin û bi dsedan  kes ji wan wek hêsîrên  cengê li bazara  hêsîrfiroşan firotin.

Firotina  van jina li Erebistanê nîşan dide ku  grûpa terorîstî ya DAIŞê çiqas  di nava civaka  siûdiyan de  nifûza wê heye.

Başa dön tuşu