NûçeRojhilatanavinSûriye

Parlemana Ewrûpayê meydana protstkirina Mecron û êrişa ser Sûriyê

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku li Parlemana Ewropayê axivî û got, ‘bo rûmeta civaka navnetewî, piştgirî dane êrîşa dijî Sûriyê’ ji aliyê endamên parlemanê ve hat protestokirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrîşa Emerîka û Brîtanyayê ya dijî Sûriyeyê bi 4 rojan di Lijneya Giştî ya Parlemana Ewropayê ya li Strasbûrgê axivî. Macron ku bi hêrs axaftina xwe kir, carnan bi dengekî hêl, serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bi şerê li dijî gelê xwe sûcdar kir. Makron di parlemanê de  wiha axivî: “Bi dîmenên Jin û zarokên ku rastî êrîşa bi klorê hatine em aciz bûn, divê ji bo parastina mafên xwe em rabin ser lingan. Li şuna xwe rûniştî em ê mafê xwe çawa biparêzên? Gelo divê em wisa bifirikirin maf, rêgez, prensîp ji bo me ye, rastî jî ji bo yên din e? Na tiştekî wisa ti carî nayê qebûlkirin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de sedema pêkanîna êrîşa dijî Sûriyê de got, “Bi rastî sê dewletan tenê mudaxele kir, ez dikarim bêjim ev êrîş me ji bo rûmeta civaka navnetewî kir.”

Herwiha di dema axaftina Macron de piraniya endamên parlemanê êrîşa ser Sûriyê û piştgiriya Fransayê bi pankartên ku vekirin protesto kirin. Ji aliyê din ve jî  Wezareta Karên Derve ya Fransayê derbarê îdayên bikaranîna çekên kîmyewî ya li Dûmayê de got ku, bi “îhtîmalek mezin, niha ji zû de delîlên bikaranîna çekên kîmyewî hatine tunekirin.”

Başa dön tuşu