CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Hêzên Hefter û dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê li Tirablosê pev diçin

Medya Lîbyayî şemiyê şevê li bara pevçûna giran navbera hêzên koma nasiyar bi artêşa neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter û hêzên dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbyayê li başûrê Terablosa paytext agahî dan.

 Li gorî rapora Tesnîm News`ê, medya lîbyayî raghandin, mêhwera riya balefirgeha navneteweyî ya Tirablosê û navça El-Ezîziyê li 45 km ya başûrê Terablosê jî niha meydana  pevçûnên giran navbera her du aliyan e.

 Pevçûnên li Terablosê li halekê didomin ku Konseya  Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja îniyê daxwaza damezrandina agirbesê li Lîbyayê û vegeryana aliyên têkildar ser maseya muzakirê kiribû.

 Koma nasiyar bi artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefetr ku bi salan bi piştgiriya Erebistan, Misr, Îmarat û hin welatên  rojavayî ser rojhilata Lîbyayê serdest bibû li çend mehên derbasbûyî ber bi bakurê vî welatî ve pêşde çûye. Hefter 4 Nîsanê ferman da eskerên bin fermana xwe ku êrişî ser Tirablosê bikin.

 Rojnama emerîkî ya Wall Street Journalê vê dawiyê raghand ku Hefetr piştî sefera xwe ya vê dawiyê bo Riyazê biryar da êrişî ser bajarê Tirablosê bike. Ji dema destpêbûna vê êrişê heya niha  454 kes li Tirablosê hatine kuştin û zêde ji 2150 kes jî birîndar bûne.

 Lîbya ji dema serhildana 2011`an a gelê vî welatî ku bû sedema sernixûnbûna hikûmeta  Muemer Qezafî dîktatorê îdambûyî yê Lîbyayê bi mudaxila Emerîka û hin welatên ewrûpî û navçê rastî şîdet û bêewlehiya siyasî hatiye.

Başa dön tuşu